Li Laziqiyê tevgera ewlehiyê .. hin dever hatin dorpêçkirin

Çavdêrîya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li bajarê Laziqîya tevgera ewlehiyê des pê kiriye û hin deverên bajêr hatine dorpêçkirin, piştî ku berê sibehê dengê çekan hate bihîsin.

Li Laziqiyê tevgera ewlehiyê .. hin dever hatin dorpêçkirin
18 nîsan, 2025   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek deverên bajarê Laziqiyê yê Sûryeyê ji danê sibê ve tevgereke ewehiyê dest pê kiriye. Li hêla ketina herêma El Ramlê ya başûr li nêzî pirê xaleke kontrolê ya ewlehiyê hatiye danîn. Li wir pirsa nasnameyan tê kirin û ji bo wesayîtan jî ketina herêmê 2 saetan demkî hatiye qedexekirin.

Her wiha hêzên Ewlekariya Giştî yên Şamê deverên El Hemîmî, Sakantorî, û Eyn Temra bi tevayî dorpêç kirine, û bi temamî ketin û derketin heta demeke ne diyar qedexe kirin.

Duh piştî nîvê şevê dengê teqîna çekan li bajêr hat, ta niha derbarê wan teqînan de agahî bi dest neketine.

Li bajar û gundewarên peravê, Humsê û Hemayê ji dema hilweşandina rêjîma Beis`ê di 8ê Kanûna 2024an de, Herî kêm 2 hezar û 161 kes di encama komkujî, tasfiyekirin û bûyerên tolhildanê de, hatine kuştin.

(k)