Rojnameyên erebî: Nenavendîbûn ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye

Rojnameyên erebî diyar kir sîstema nenavendî çareseriya ji alozî û parçebûna mezhebî û etnîk a li Sûriyeyê û rêgirtina li ber parçebûn û şerê navxweyî ye. Rojnameyan cih da krîza li Xezayê jî û Misir wek berpirsa aloziyê destnîşan kir.

Rojnameyên erebî: Nenavendîbûn ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye
25 tîrmeh, 2025   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de mijara pêkhateyên Sûriyeyê û rola wan di siberoja welat de, rola Tom Barrack di rêvebirina siyasetên DYA û Îsraîlê yên li Sûriye û Lubnanê de, her wiha aloziya birçîbûnê ya li Filistînê nirxandin.

‘RÊYA BER BI SÛRIYEYA NÛ VE’

Rojnameya El Nehar bal kişand ser mijara pêkhateyên Sûriyeyê û rola wan di siberoja welat de.  Rojnameyê di nivîsê de cih daye 9 gotar û lêkolînan ku ji aliyê lêkolîner û rojnamevanên Ereb û yên sûriyeyî ve hatine amadekirin.

Rojname balê dikişîne ser bûyerên vê dawiyê yên li Siwêdayê rû dane, fikarên siyasî û çandî yên pêkhateyên olî û entîk.

Li gorî rojnameyê: "Mijara ku divê îro were nîqaşkirin ne tenê mafên Kurdan in, lê di heman demê de çawa têkiliya di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de; Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Durzî, Elewî, Asûrî, Şîe, Sunnî, Çerkez, Îsmaîlî, Qorbet û yên din... li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, pirrengiya pejirandî û temsîliyeta bê şert û merc… Nenavendîbûna nerm... ne parçebûn û ne jî otorîterîzm, were avakirin."

Rojnameya El Modon li ser rola Barrak di sazkirina siyaseta Amerîka û Îsraîlê ya li Sûriye û Lubnanê de nivîsî, nemaze di vê pêvajoya hestiyar de ku nexşeya bandorê li herêmê ji nû ve tê xêzkirin.

Rojnameyê bal kişand ser rola Amerîka-Îsraîlê "di parçekirina Sûriyeyê de" û destnîşan kir ku daxuyaniyên Barrack ên li ser "Xwesteka Îsraîlê ya parçekirina Sûriyeyê" ne analîzên ji rêzê ne, lê belê agahiyên rasterast ji Tev Avîvê ne.

Rojnameyê diyar kir ku "Barrak kanaleke piştgir ji bo rêveberiya Amerîkayê ye ku niyetên Washington û Tel Avîvê ji daxuyaniyên fermî zelaltir aşkera dikin."

Rojnameyê nenavendîkirina rêveberiyê wek çareseriyeke rastîn ji aloziyên mezhebî û etnîk re pêşniyar kir û hate gotin: "Hikumeta Sûriyeyê bi îhtîmaleke mezin dê modelek wisa red bike û dibe ku pergaleke destûrî ya li ser bingeha nenavendiya rêveberiyê qebûl bike ku parêzgehan bi desthilata qanûnsaz, rêveberî û dadwerî yên li Şamê ve girêdayî bihêle." Her wiha hate gotin, ew kesên ku wek kêmnetewe têne binavkirin dê hingê mafên birêvebirina kar û barên xwe bi dest bixin, lê di çarçoveyekê de ku ji hêla hemûyan ve wek pergaleke îdarî tê pratîkkirin.”

‘BIRÇÎBÛNA LI XEZAYÊ GEFÊ LI ERŞA EL SÎSÎ DIXWE’

Rojnameya E Quds El Erebî li ser krîza birçîbûnê û dorpêça li ser Xezayê nivîsand. Rojnameyê ev krîz bi pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên ku rejîma Misirê ya bi serokatiya Ebdulfetah El Sîsî pê re rû bi rû ve girê da û Misir wek berpirsa mezin a vê krîzê destnîşan kir.

Hate gotin: "Misirê deriyê Refehê girtiye û vekirina sînorên xwe ji bo dabînkirina alîkariyan red dike. Ev yek bûye sedema krîzeke mirovî ya giran ku bandorê li rewşa wê ya siyasî hem li hundir û hem jî li navneteweyî dike."

Di rojnameyê de bang li rejîma Misirê hate kirin ku helwesta xwe careke din binirxîne û piştgiriyê bide gelê Filistînê.

(bb)