Ji rûspiyên Siwêdayê banga lezgîn: Xelkê Siwêdayê rizgar bikin

Mîr û rûspiyekî ji Siwêdayê bang li civata navneteweyî, NYˊyê û Komkara Erebî kir ku “tiştê ji herêmê û Siwêdayê mayî” rizgar bikin. Hemwextî wê, bang li şahê Urdinê hat kirin ku deriyekî mirovî were vekirin ku alîkariyên lezgîn derbasî Siwêdayê bibin.

Ji rûspiyên Siwêdayê banga lezgîn: Xelkê Siwêdayê rizgar bikin
25 tîrmeh, 2025   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîr û rûspî Hesen Yehya El Etreş û rûspî Xalid Cemol li ser navê xelkê bajarê Siwêdayê bangawaziyeke lezgîn ji civata navneteweyî, NYˊyê û rêxistinên wê yên mirovî û Komkara Erebî re kir û got bi lez û bez tev bigerin û "pêla tundiya sîstematîk a li dijî başûrê Sûriyeyê tavilê rawestînin”.

Ji 13ˊê Tîrmehê ve li dijî Siwêdayê êriş tên kirin, di encamê de zêdetirî hezar û 300 kes hatine kuştin.

Di bangewaziya El Etreş û Cemol de tê gotin ku li Siwêdayê rageşiyek leşkerî heye, bi wê re gund û bajar hatin wêrankirin û bi hezaran malbat koçber û pergende bûne. Li hember wê tu tevgereke navneteweyî yan jî herêmî ji bo rizgarkirina sivîlên bê cih, xwarin û derman mane, tune ye.

Di bangewaziyê de hat diyarkirin ku “ji ber dorpêç û êrişên berdewam ên li ser Siwêda û gundewarên wê êdî hêmanên herî hêsan ên jiyanê lê wir nîn in” û tu deriyek sînorî jî tune ye ku bi rêya wê alîkariyên mirovî û tibî bi awayekî ewle û lezgîn werin derbaskirin.

El Etreş û Cemol bang kir ku bi sponseriya NYˊyê di sînorî îdarî yê Siwêda-Urdinê de deriyekî mirovî were vekirin. Hemwextî wê jî bang li şahê Urdinê Ebdullah El Sanî hate kirin ku vekirina deriyê gundê Dêbîn yan jî Mexariyeyê wek deriyekî mirovî erê bike, ji bo ku karwanên alîkariyê di bin çavdêriya aliyên navneteweyî de derbasî herêmên karesatê bibin.

Di dawiyê de hat gotin ku xelkê Siwêdayê bi hemû pêkhate û beşên civakê li hemberî "êrişa hovane" yekgirtî ne û bang li “xwediyên wijdanan ên li cîhanê” hat kirin ku beriya dem derbas dibe sivîlan rizgar bikin.

(fr)