Rojnameyên erebî: Îxwan Muslimîn hêrsa gel ji bo xurtkirina xwe bi kar tîne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da êrişên Îsraîlê yên li dijî balafirgehên Heleb û Şamê, helwesta Îxwan Muslimîn a li hember şerê li Xezayê û îhtîmala rûdana şer li Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Îxwan Muslimîn hêrsa gel ji bo xurtkirina xwe bi kar tîne
23 cotmeh, 2023   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd di hejmara xwe ya îro de, bal kişand ser êrişên li dijî balafirgehên Heleb û Şamê ku di encamê de ji xizmetê derketin. 

Li gorî nûçeya rojnameyê, di demekê de ku li başûrê Sûriyeyê ji ber şerê li Xezayê alozî heye, armanca van êrişan astengkirina gihandina desteka leşkerî ya Tehranê ji bo hêzên alîgirên wê yên li Sûriyeyê ye.

‘URDIN DI QONAXEKE HESTIYAR DE YE’

Rojnameya El Ereb jî di nûçeyeke xwe de cih da rewşa Urdinê û bi taybet helwesta Îxwan Muslimîn a li hember şerê li Xezayê.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Îxwan Muslimîn a Urdinê hêrsa gel a ji ber şerê li Xezayê ji bo xurtkirina hebûna xwe ya siyasî û piştgiriya gel bi kar tîne. Di nûçeyê de nirxandinên şopdarên rewşê yên mîna “rewşa hundirîn tehamulî aloziyan nake” jî hatin bicihkirin.

‘LUBNAN BER BI ŞER VE DIÇE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da bandorên şerê Xezayê yên li ser Lubnanê. Di nûçeya rojnameyê de hat destnîşankirin ku welatiyên Lubnanê bi fikar in ku welatê wan jî bikeve nava şerê Îsraîl-Hemasê ku 2 hefte ye dewam dike û wiha nivîsand: “Hemwextî vê yekê hin rêxistinên çekdar ji bilî Hizbullahê ragihand ku wan moşek avêtine Îsraîlê. Vê yekê metirsiyên gel zêdetir kirin.”

Li gorî nûçeya rojnameyê, Hizbullah hewl dide hejmareke herî zêde ya rêxistinên çekdar li eniya başûr kom bike û bi wê yekê li sîwaneke sunnî ji bo rola xwe di şerê li Xezayê de digere, lewma ew bûyer bi teşwîqkirina Hizbullahê pêk hatiye.

(c)