Rojnameyên erebî: Enqere ji hêza navneteweyî ya li Deryaya Sor bi fikar e

Rojnameyên erebî bal kişand ser encamên aloziya li ser sînorên Sûriye û Urdinê, metirsiyên dewleta Tirk ên ji hêzên navneteweyî yên li Deryaya Sor û xebatên pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Hemas û Îsraîlê de.

Rojnameyên erebî: Enqere ji hêza navneteweyî ya li Deryaya Sor bi fikar e
21 kanûn, 2023   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ALOZIYA LI SER SÎNORÊ URDIN-SÛRIYEYÊ ÇI WATEYÊ DIDE?’

Li gorî raporeke rojnameya El Quds El Erebî, hêzên ewlehiyê yên Urdinê duh li çolistana rojhilatê welêt bi bazirganên narkotîkê û qaçaxçiyan re bi hev ketin.

Rojnameyê diyar kir ku ji nav gelek operasyonên li ser dirêjahiya 370 kîlometreyên sînorê di navbera Sûriye û Urdinê de, ev operasyona herî mezin e.

Rojnameyê destnîşan kir ku gurbûna bûyerên li ser sînor, bikaranîna balafirên şer jî, ne li gorî wesifandina desthilata Urdinê ye ku kesên pê re ketine şer, bazirganên narkotîkê û qaçaxçî ne.

‘ENQERE JI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ YÊN LI DERYAYA SOR BI FIKAR E’

Di raporeke rojnameya El Ereb a Londonê de, hate ragihandin ku dewleta Tirk ji hêza navneteweyî ya ku DYA`yê li hember êrişên Hûsiyan li Deryaya Sor ava kiriye, bi fikar e. Li gorî raporê, Tirkiye li ser plan û hebûna xwe wek hêzekê li girava Sewakîn ku korîdora di navbera kanala Siwês û Cîbûtiyê de diparêze, ditirse.

Li gorî rapora rojnameyê, çavdêr diyar dikin ku Tirkiye beriya şerê li Sûdanê plan kir bi rêya grava Sewakîn a Sûdanê li herêmê be ku balyozê Tirkiyeyê beriya çend rojan serdana giravê kir, ji bo ku xebatên sererastkirinê yên Tirkiye li wir pêk tîne, bişopîne.

‘HEWLDANÊN AGIRBESTÊ BI PÊŞKETINA DAN Û STANDINÊN DÎLGIRTIYAN RE ZÊDE DIBIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat di raporeke xwe de ragihand ku serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye gihaşt Qahîreyê û diyar kir ku vê serdanê dan û standinên li pişt perdeyê çêdibin û hêviyên pêkanîna agirbesteke nû vejandin.

Li gorî raporê çaverê ye ku şandeyeke din a Cîhada Îslamî hefteya bê serdana Qahîreyê bike, ji bo ku têkildarî agirbesteke muhtemel dan û standinan bike.

Di rapora rojnameyê de, hate diyarkirin ku çavkaniyeke filistînî gotiye dan û standinên bi navbeynkariya Misir-Qeterê çêdibin dê li gorî wê li beramberî serbestberdana dîlgirtiyên filistînî ji girtîgehên Îsraîlê, gelek girtî serbest bên berdan.

Di çarçoveyeke din de di hin raporan de hate gotin, dan û standinên di navbera Fetih û Hemasê de têkildarî siberoja Xezayê ya piştî şer, çêdibin.

(şx)