DAIŞ’ê êrişî Heşdî Şeebî kir

Desteya Heşdî Şeebî ragihand ku duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên wan kirine û encamê de endamek wan hatiye kuştin.

DAIŞ’ê êrişî Heşdî Şeebî kir
21 kanûn, 2023   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Heşdî Şeebî bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev li bajarokê Tarmiye ya dikeve Bakurê Bexdayê, çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên wan kirine.

Li gorî daxuyaniyê hêzên wan bersiva êrişê dane û di encamê de Endamek wan bi navê Mistefa Hesen El-Qureyşî piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li beşa operasyonên Tarmiye li Bexdayê hat kuştin.

Ragihandina Îraqî  jî ragihand ku kemînek ji aliyê Hêzên Heşda Şeibî ve li rojavayê Enbarê, li nêzîkî sînorê Sûriye-Iraqê, çekdarekî navdar ê DAIŞê têk bir.