20 roj in aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn

Ev 20 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin nayê wergirtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

20 roj in aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn
13 mijdar, 2023   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 20 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina Rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Silêman Ehmed nêzî 5 salin Edotorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê ye.

Ajansa Rojnewsê daxwaz dike ku aqûbeta endamê wan Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û ew bê berdan.

Li gel bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana wî jî zêde dibin.