Rojnameyên erebî cih da bersiva Îran û aloziya Lîbyayê

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da sedemên derengbûna bersiva Îranê ya li hemberî Îsraîlê, diyalogên Sena û Riyadê, her wiha rewşa Lîbyayê.

Rojnameyên erebî cih da bersiva Îran û aloziya Lîbyayê
17 tebax, 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî têkildarî sedemên derengbûna bersiva Îranê ya li hemberî Îsraîlê nûçeyek bi sernavê "Sedemên derengbûna bersiva Îranê ya li hemberî Îsraîlê" weşand.

Rojnameyên Ereb ku navenda wê li Londonê bal kişand bersiva muhtemel a Îranê ya li hemberî kuştina rayedarê Hemasê Îsamîl Heniye. Di nûçeyê de hate gotin, Îran ji dema ku soza xistina derbeyê li Îsraîlê daye ve, cîhan xistiye rewşeke bendewarî.

Rojnameyê diyar kir ku dibe ku bersiva Îranê herêmê bixe nava şerekî topyekun û wiha hat domandin: “Şîrovekar diyar dikin ku Îranê tolê dereng dixe ji ber ku bi bandora piskolojîk ya derengxistinê  kêfxweş dibe. Îran vê bandorê jî wekî stratejiyeke guncaw dibîne. Di heman demê de astengkirina koordîneyê bi wekîlên xwe re, nirxandina xetereyên êrişê hiştine ku Îran di bersivdayînê de dudilî beç”

Di rojnameyê de hate diyarkirin ku Îran ji bo bersiveke sivîk bide li hincetan digire. Hate got, dibe agirbesta li Xezayê wekî serketina dîplomatîk ji bo Îranê ku pêwîstiya xwe pê dibîne.

’SENAA-RIYAD: BI FERMANA WASHINGTONÊ DIYALOG CEMIDÎ NE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bi bîr xist ku ji ber zextên DYA’yê diyalognên agirbesta li Yemenê yên Sena û Riyadê yên li Mesqetê pêk dihatin, cemidîn.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên yemenî diyar kir ku diyalogên der barê dosya, aborî, dosyayên mirovî yên wekî vekirina rêyan de sekinîn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên dîplomatîk dane rojnameyê, diyalog ji 2 hefteyan sekinîne, lê peywendî di navbera aliyên yemenî û nûnerê NY’yê yê li Yemenê Hans Grundberg de yên bi armanca lidarxistina gera nû ya di Cotmeha bê de, gotûbêjkirina dosyeya girtiyan û temamkirin gavên ku her du aliyan avêtine hene. Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Grundberg di civîna Konseya Ewlehiyê de ku pêr der barê Yemenê de hatibû lidarxistin gotibû, alîkarên wî vebijêrk û pêşniyarên ji bo yekkirina diravê Yemenê, bêalîkirina banka navendî û bidawîkirina rewşa dabeşbûna diravî û aborî dûr ji destêwerdanên siyasî yên hemû aliyên yemenî dubare kirin."

Li gorî nûçeyê Grundberg behsa helwestên aliyên yemenî ji van pêşniyaran nekir, lê çavkaniyekî siyasî li Senayê agahî dane rojnameyê ku aliyên têkildarî tu pêşniyarên navneteweyî li ser vê mijarê wernegirtine.

’LÎBYA: HEWLDANÊN NAVNETEWEYÎ YÊN JI BO RÊGIRTINA LI BER ŞEREKÎ NÛ’

Rojnameya El Beyan têkildarî Lîbyayê jî diyar kir ku ji bo rêgirtina li ber şerekî navxweyî yê nû, di gelek qadan de hewldanên berfireh têne kirin.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku di rojên dawîn de tevgerên meydanê li herêma rojava ya Lîbyayê çêbûn û hişyarî hene ku şerê şkandina hestî di navbera aliyên sereke yên lîbyayî de dîsa vegere. Her wiha hevbendiyên nû çêbûn.

Di nûçeyê de hate gotin: "Rewşa giştî ya Lîbyayê di nava kêşeyên mezin re derbas dibe, nemaze piştî ku parlamento bidawîbûna erkê Hikûmeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serokatiya Ebdulhemîd Debîba, her wiha piştî kişandina sîfeta Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar ji Meclisa Serokatiyê ragihand. Ev tê wateya vekişîna desthilatdarên herêma rojhilat ji peymana siyasî ya ku di encama konferansa neteweyî ya ku di Mijdara 2020 de li Tûnisê hate lidarxistin, û yek ji encamên Peymana Skhirat ku di Kanûna 2015 de hate îmzekirin. Ev yek gelek pirsan derdixe holê ku dibe welat ber bi tundûtûjiyê ve biçe, ku ev yek binpêkirina Peymana Agirbesta Cenevreyê ye ku di Cotmeha 2020-an de hate îmzekirin.

Ev tê wateya ku desthilata herêma rojava ji peymana siyasî ku di konferansa diyaloga nîştimanî ya ku Mijdara 2020’î li Tûnisê hatibû lidarxistin û encamên peymana Sixêrat a ku Kanûna 2015’an hatibû îmzekirin."

(bb)