298 roj e Silêman Ehmed girtî ye

Rojnamevan Silêman Ehmed 298 roj in ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Ehmed piştî 279 rojan hate dadgehkirin û PDK’ê 3 sal cezayê girtîgehê lê birî.

298 roj e Silêman Ehmed girtî ye
17 tebax 2024   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Roj Newsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 298 roj in di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

Parêzerê Silêman Ehmed diyar kir ku diviyabû Ehmed li gorî qanûna rojnamegeriyê bihata darizandin û da zanîn ku ew ê parastina Ehmed berdewam bikin.

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kiribû ku cezayê li Silêman Ehmed hatiye birîn, ne rewa ye û tevahî pîvan û qanûnên navneteweyî yên têkildarî rojnamevanan binpê dike. Daîreyê bang li aliyên têkildarî parastina rojnamevanan kiribû ku destwerdanê bikin ji bo ku Silêman Ehmed demildest bê berdan.

Gelek rêxistin weki Nûçegihanên Sînornenas, Komîteya Parastina Rojnamevanan a Amerîkayê, Navenda Azadiya Rojnamegeriyê ya Mîtro, Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) û Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) cezayê li Silêman Ehmed hatiye birîn, şermezar kirin û banga serbestberdana Ehmed kirin.