Rojnameyên erebî: Biden agir gur dike

Rojnameyên erebî diyar kir ku dan û standinên bi Îsraîlê re yên der barê Xezayê de, bi fikar in, ji ber ku barê herî mezin ê lêçûnên aborî dê bikeve ser milê Ereban. Her wiha diyar kirin ku Joe Biden berê rêveberiya DYA’yê ya nû dide rewşeke ku naxwaze bikevê.

Rojnameyên erebî: Biden agir gur dike
19 mijdar, 2024   10:55
NAVENA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî dan û standinên li gel Îsraîlê yên der barê Xezayê de ku dê îro bi serpereştiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Ereban dest pê bikin û der barê biryara serokê DYA’yê ya dayîna fuzeyan ji bo Ukraynayê de nivîsî.

‘XEZA; DI NAVBERA REWŞA XEMGÎN Û SIBEROJA NENAS DE’

Rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku helwesta Ereban a der barê rewşa Xezayê de êdî tê zanîn û lihevkirineke navneteweyî ya li ser vê helwestê heye. Ev helwest jî ew e; damezirandina dewletek Filîstînê li gel dewleta Îsraîlê. Her wiha dayîna hin gerantiyan ku fikarên Îsraîlê kêm dikin. Divê dan û standin yekser piştî agirbestê di navbera Filistîn û Îsraîlê de bi serpereştiya Ereban û DYA’yê dest pê bikin û dê baştir be ku dan û standin navneteweyî bin.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku helwesta Îsraîlê hinekî şêlû ye, anku helwesta hikumeta Netanyahu ya rastgir û tundraw. Berevajî ew tişta ku tê gotin Netanyahu ji darizandinê ditirse, Netanyahu dibîne ku dîrok li aliyê wî ye û ew dewleta Îsraîlê ya plan dike dê ava bibe, wî hay ji darizandinê tune ye, piştî ku ew di şerê xwe yê li dijî Hemas û Hizbullahê de bûye “lehengekî efsûnî”.

Têkildarî her du nêrînan jî rojnameyê wiha nivîsî: "Her du nêrîn nakok in. Di encamê de eger her aliyek di daxwaza xwe de israr bike ev tê wateya ku dê Netanyahu bernameya xwe bidomîne. Ev jî wê bi demê re bibe sedema mirina nêrîna erebî û navneteweyî. Dibe ku hin dewletên alîgirên Îsraîlê çareyeke nû bibînin ku mercên wê ji yê Ereban kêmtir bin û bibêjin ku hindik be jî ji tuneyiyê baştir e.”

‘BIDEN REWŞÊ ALOZTIR DIKE’

Rojnameya El Xelîc jî diyar kir ku serokê DYAˈyê Jeo Biden bi îdiaya ku hêzên Koreya Bakur li kêleka hêzên Rûsyayê şer dikin, destûr da Kîevê da ku moşekên dûravêj bi kar bîne. Rojnameyê da zanîn ku ev biryar jî rêveberiya nû ya DYAˈyê li pêşberî rewşekê rû bi rû dihêle ku hewl dide çareser bike. Her wiha hate diyarkirin ku rêveberiya nû ya DYAˈyê naxwaze rasterast beşdarî şerê li dijî Rûsyayê û hewlên dîtina çareseriya siyasî bibe.

Rojnameyê biryara Biden wek "guhertineke mezin di siyaseta derve ya DYAˈyê de" nirxand û wiha hat gotin: "Li gorî rojnameyên amerîkî, destûrdayîna ku li kûrahiya Rûsyayê were xistin gaveke xeternak e. Dibe ku Rûsya bi xurtî li baregehên leşkerî yên DYA û binesaziya Ewropayê bide. Her wiha dibe ku şewatan derxe û kiryarên xirab pêk bîne.”

(k)