Li Derayê xwendekarek hat revandin

Li Derayê xwendekarekî zanîngehê ji aliyê çekdarên nenas ve hat revandin.

Li Derayê xwendekarek hat revandin
19 mijdar, 2024   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas li Derayê pêşî li erebeya malbatekê girt ku ji bajarokê Îbta vedigeriya. 

SOHRˈê diyar kir ku çekdaran xwendekarekî fakulteya tibê ji erebeyê revand û bir cihekî nediyar, lê dest neda malbatê.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de rêjeya sûcan, revandin û şantajê zêde dibe.

 (şx)