Li Pakistanê êriş: 8 leşker hatin kuştin, 7 polîs hatin revandin

Li bakurê rojavayê Pakistanê di encama 2 êrişan de 8 leşker hatin kuştin û 7 polîs jî hatin revandin.

Li Pakistanê êriş: 8 leşker hatin kuştin, 7 polîs hatin revandin
19 mijdar, 2024   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li bakurê rojavayê Pakistanê 2 êriş hatin kirin. Li gorî agahiyên ku rayedarên polîsan dane AFPˈê, di êrişê de 8 leşker hatine kuştin û 7 polîs hatin revandin.

Efserekî îstîxbarata Pakistanê ragihand ku 8 leşker û 9 êrişkar jî hatin kuştin.

Tevgera Talîban a Pakistanê êrişek girt ser xwe.

(bb)