Rojnameyên erebî behsa rewşa sûriyeyiyan li Lubnanê kir

Rojnameyên erebî vê sibê cih da kuştina partiyeke Lubnanê Paskal Silêman, rewşa sûriyeyiyan li Lubnanê û şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de.

Rojnameyên erebî behsa rewşa sûriyeyiyan li Lubnanê kir
10 nîsan, 2024   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Sky News a Erebiye nûçeyek bi sernavê "Kuştineke biguman sûriyeyiyên li Lubnanê tengav dike" weşand û diyar kir ku kuştina koordînatorê Partiya Hêzên Lubnanê li herêma Cibêl a Lubnanê gelek pirsnîşan li ser helwesta sûriyeyiyên li Lubnanê derxist pêş, ji ber ku komeke sûriyeyî bi kuştina Silêman hate tawanbarkirin. 

Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku wezîrê karên hundir û şaredariyan ê hikumeta Lubnanê Besam Mulawî got welatê wî "dê di bicihkirina sûriyeyiyan de ji vê cidîtir be."

Sky Newsê cih da şîroveyên çavdêrên rewşa herêmê ku kuştina Silêman dê bandorê li rewşa sûriyeyiyên li Lubnanê bike nemaze ku aloziya aborî û siyasî ya li vî welatî berdewam e û tê gotin nêzî 2 milyon sûriyeyî lê ne.

ŞERÊ ÎSRAÎL Û FILISTÎNÊ

Rojjnameya El Erebî El Cedîd jî di nûçeya xwe de bal kişand ser lihevkirina agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de û diyar kir ku Îsraîlê daxwaz kiriye ku derfet jê re bê dayîn ji bo ku veto li ser navên hin dîlgirtiyên Filistînê bi kar bîne yên ku Hemas dixwaze bi rêya lihevkirina agirbestê serbest bên berdan.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin rayedarekî payebilind, destnîşan kir ku CIA pêşniyar kiriye 900 dîlgirtiyên Filistînê bên berdan ku di nav de kesên cezayê muebbetê li wan hatiye birîn, hene.

Her wiha rojnameyê di nûçeya xwe de cih da nûçeya li ser kanala Kan a Îsraîlê hatiye weşandin; Til Evîv daxwaz kiriye "ku bikare mafê veto li dijî navên hin dîlgirtiyên filistînî bi kar bîne" yanî serbestberdana wan red bike û daxwaz kiriye ku bikare dîlgirtiyên ku dê serbest bên berdan ji Xeza û Dîfa Xerbiye derkevin, lê belê cihek diyar nekir.

(şx)