Rojnameyên erebî behsa helwesta Urdinê ya li hember şerê Îran û Îsraîlê û hilbijartinên DYA’yê kir 

Şîrovekar dibêjin Urdin bi lez hewl dide axa xwe û qada xwe ya hewayî ji şerê di navbera Îsraîl û Îranê dûr bixe. Li aliyekî din Netanyahu ji bo ku başûrê Lubnanê bike wekî Quneytraya Sûriyeyê, planên demdirêj amade dike. DYA jî li benda encamên hilbijartinan e.

Rojnameyên erebî behsa helwesta Urdinê ya li hember şerê Îran û Îsraîlê û hilbijartinên DYA’yê kir 
2 mijdar, 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibê, behsa hewldanên Urdinê yên dûrketina ji şerê Îsraîl û Îranê, plana Netanyahu yên dagirkirina Lubnanê û hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir.

‘JI BER ŞERÊ ÎSRAÎL Û ÎRANÊ EWLEKARIYA URDINÊ DI XETEREYÊ DE YE’

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser hewldana Urdinê ya ji bo dûrxistina xwe ji aloziya Îsraîl-Îranê ya ku gihaştiye eniyên başûrê Lubnanê û bakurê Xezayê. Rojnameyê wiha nivîsî: "Urdinê lez da hewldanên ewlekariya xaka xwe, lewma qada xwe ya hewayî parast, di encamê de hêzên hewayî yên Urdinê li çola rojhilat û sînorên bakur ên bi Sûriyeyê re, moşekên Îranê anîn xwarê.”

‘PLANA NETANYAHU YA JI BO ŞERÊ DEMDIRÊJ’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê behsa dan û standinên agirbestê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye xwestin kir û got: “Li gorî prensîba Netanyahu tişta ku bi darê zorê bi dest nexist, dikare bi hêzeke zêdetir bi dest bixe. Lewma mirov dikare bibêje ku dê kuştin û wêrankirin li Lubnanê zêdetir bibe. Dijmin dê hewl bide helwesta Lubnanê bi temamî biguherîne.”

‘LI BENDA SÊŞEMA MEZIN’

Rojnameya El Xelîc der barê nêzîkbûna dema hilbijartinên DYA’yê de nivîsî. Rojnameyê roja hilbijartinan ku dê di 5`ê Mijdarê bêne lidarxistin, wek “sêşema mezin“ bi nav kir. Ji ber ku amerîkî û cîhan bi baldarî li benda encamên van hilbijartinan in.

(k)