Şerê Îsraîl û Hizbullah dewam dike

Îsraîlê gelek deverên başûrê Lubnanê bombebaran kirin. ˈMuqaweme Îslamîˈ ragihand ku wê navend û baregehên artêşa Îsraîlê topbaran kirine.

Şerê Îsraîl û Hizbullah dewam dike
13 cotmeh, 2024   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa National News a Lubnanê (NAA) ragihand ku Îsraîlê vê sibê gelek deverên başûrê Lubnanê bombebaran kirine.

 Li gorî ajansê, Îsraîlê daristanên li tixumên bajarokên Ramiye, Îta El Şeib, Remîş kirine hedef û top rasterast li dora Naqûrayê ketine.

Heman ajansê diyar kirk u Îsraîlê parêzgehên Sewr û Bint Cibêl bombebaran kirinû ji nîvê şevê heta vê sibê bajarokên Dahîre, Elma El Şeib, Naqûra, Îta El Şeib, Ramiye û Maron bombebaran kirin.

Hate zanîn ku barbanga vê sibehê li eniyê bajarokê Ramiye yê ser sînor şer zêdetirî saetekê dom kir û di ecamê de gelek mal, gelî û girên dora bajarokê hatin topbarankirin.

Her wiha hat diyarkirin ku balafirên Îsraîlê saet di 01.30`an de, bajarokê Îta El Şeib bombebaran kir û saet 03.00ˈan jî li herêma Şerhebîl a bakur rojhilatê Seydayê, qatek bombebaran kir. Hate gotin dengê bomebaranê li seranserî bajêr hate bihîstin û ambulans yekser berê xwe dan cihê bombebaranê lê diyar bû ku qat vala ye.

Ajansê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarokê Rûmîn û stasyona Gîrsîn a li ser rêya Zefta-Nebetiye jî bombebaran kir.

Her wiha ajansê bi bîr xist ku Îsraîlê saet nêzî 03.00ˈan li naverasta bajarokê Kefertebnît mizgeftek bombebaran kiriye û bi temamî rûxandiye.

Koma ˈMuqaweme Îslamîˈ ya Iraqî " ragihand ku wê gelek navend û baregehên artêşa Îsraîlê yên li herêmên Filistînê kirine hedef û nehiştine hêzên Îsraîlê bikevin axa Lubnanê.

Li gorî daxuyaniya Muqaweme Îslamî", 12 armancên îsraîlî li Xeza û Lubnanê hatine topbarankirin.

(şx)