Asayişa Êzidxanê: Bi sedan koçberan ji ber provakasyonên PDK’ê berê xwe dan Şengalê 

Asayişa Êzidxanê diyar kir bi sedan malbatên koçber ên Êzidî ji ber provakasyona PDK’ê û kesên ser bi wan kampên xwe terikandine û ji aliyê hêzên wan ve hatine pêşwazîkirin.

Asayişa Êzidxanê: Bi sedan koçberan ji ber provakasyonên PDK’ê berê xwe dan Şengalê 
9 tebax 2024   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Asayîşa Êzîdxanê daxuyakirin ku bi vegera gel a Şengalê re hate dîtin ku gel cihê herî bi ewle Şengal û herêmên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de dibînin û banga “Kamp ji bo we ne cihên bi ewle ne, vegerin ser cih û warê xwe.”

Daxuynî wiha ye:

“Qasim Şeşoyê di salvegera fermanê de daxuyaniyeke provakatîf a fitneyê bixe nava Êzidî û misilmanan de da. Ev daxuyaniya Qasim Şeşoyê PDK’yî ku bi zanabûn û ji aliyê navenda şerê taybet yê dewleta Tirk û PDK’ê ve hate dayîn, bû sedem ku metirsî li ser jiyana bihezaran koçberên Êzidî yên li kampan de dijîn çêbike. Hinek melayên ser bi PDK-dewleta Tirk jî di xutbeya Înê de li dijî Êzidiyan fetwa dan. Bihezaran Êzidiyên xwe di metirsiyê de dîtin piştî van fetwayan berê xwe dan Şengalê û herêmên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de.

Koçberên bilez û bez kampên xwe terk kirin, li Şengalê ji aliyê Asayişa Êzidxanê ve hatin pêşwazîkirin. Têkildarî rewşa ewlehiyê ya koçberên vedigerin Şengalê û rewşa herêmê de Fermandariya Asayîşa Êzîdxanê duxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber PDK 3’ê Tebaxa 2014’an civaka Êzidî neparast û di nava DAIŞ’ê de hişt, bû sedema bihezaran kes ji Şengalê koçê deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê bikin û wiha hate gotin: “Bi salane tevî ku gel dixwaze vegere ser cih û warê xwe jî, PDK bi hinceta ku ‘Şengal ne arame’ vegera gel asteng dike.

Asayişa Êzidxanê diyar kir, ji ber provakasyona PDK’ê jiyana bihezaran koçberên Êzidî yên li kampên dibin kontrola PDK’ê de ne ketiye metirsiyê û di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em careke din ji gelê xwe re dibêjin, Şengal arame û ewlehiya wê mîsogere. Ji ber provakasyona PDK’ê îro bi sedan malbat kampên Başûr terk kirin û berê xwe dan Şengalê. Ev jî da nîşan ku gel kampên PDK’ê bi ewle nabîne, cihê herî bi ewle dibîne Şengale û herêmên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de ye. Vegera gel a îro da nîşan ku îdîayên PDK’ê yên derbarê Şengalê de bêbingehe û bersiva herî rast jî gel da.”

Asayişa Êzidxanê ragihand ew amadene ewlekariya hemû koçberên vedigerin Şengalê bigirin û ev bangawazî kir: “Em amadene her timî gelê xwe biparêzin. Divê gelê me bizane Şengal arame û parastiye. Emê her timî parastina gel û civaka xwe bikin. Divê ciwanên me jî li dijî hemû tehdît û xetereyên li ser gelê me asayîşa xwe mezin bikin û xizmetê ji parastina civaka xwere bikin.”