Ji Kombûna Zenûbiya peyama 19'ê Tîrmehê

Kombûna Jinan a Zenûbya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û soza parastina destkeftiyên şoreşê û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Ji Kombûna Zenûbiya peyama 19'ê Tîrmehê
18 tîrmeh 2024   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbya bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê peyamek weşand. Di peyamê de hate destnîşankirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya bi pêşengiya jinan şoreşa demokrasî, azadî, wekhevî û jinûve avakirinê ye û hat gotin: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê agirê azadiyê di dilê gelên herêmê de pêxist û pêşketinên girîng di civakê de çêkir. Êdî ev şoreş nemaze aliyê azadiya jinan de bûye şoreşeke dîrokî."

Di peyamê de hat diyarkirin ku bi şoreşê re jinan di hemû qadan; siyasî, aborî, civakî û leşkerî de cihê xwe girtine û bi pêkanîna pergala hevserokatiyê de bi awayekî rasteqîn herêmê bi rêve dibin.

Di peyamê de şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê û şehîdên Şoreşa 19’ê Tîrmehê hatin bibîranîn û soza parastina destkeftiyên şoreşê hate dayîn. Di dawiyê de jî hate gotin: "Armanca me rizgarkirina rêberê mirovahiyê Rêber Apo ji girîbeha Îmraliyê ye û naskirina rêveberiya me ya xweser ji aliyê cîhan ve be.

(mg/bb)

ANHA