Li Derayê cenazeyê welatiyekî hat dîtin

Xelkê gundewarê rojhilatê Derayê cenazeyê welatiyekî ku bi guleyan hatiye kuştin, dît.

Li Derayê cenazeyê welatiyekî hat dîtin
15 îlon 2024   22:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku xelkê gundewarê rojhilatê Derayê cenazeyê welatiyekî ku bi guleyan hatiye kuştin û avêtine navbera bajarokên Meiribe û Xesim, dît

Li gorî agahiyan, welatî ji herêma Lecat e, di xwedîkirina pez de dixebite û li Xiyam rûniştibû. Lê sedem û ajoyên sûcê û nasnameya sûcdaran nehatin zanîn.

Ji destpêka îsal ve, 241 sûcên qetilkirinê pêk hatine û di encama wan sûcan de 265 kes hatine kuştin.

(fr)