Rikeberiya Îsraîl û Îranê û geşedanên li Maliyê di rojeva medyaya erebî de bûn

Nakokiyên li Rojhilata Navîn ên di navbera Îsraîl û Îranê de, şerê di navbera Tehran û Washingtonê de û rewşa li Maliyê mijarên sereke yên îro yên medyaya erebî bûn.

Rikeberiya Îsraîl û Îranê û geşedanên li Maliyê di rojeva medyaya erebî de bûn
1 gulan, 2026   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro li ser gotûbêjên têkildarî şerê Îsraîl û Îranê û pêşketinên li Maliyê nivîsî.

‘ÎSRAÎLA MEZIN Û ÎRANA MEZIN’

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa têgeha "Îsraîla Mezin" kir, wek vegotineke siyasî ku di çarçoveya veguherînên herêmî de, bi taybet bi kêmbûna bandora Îranê li hin deverên herêmê. Ev nêrîn diyar dike ku bûyerên heyî dikarin wekî pevçûneke di navbera du projeyan de werin şîrovekirin: "Îsraîla Mezin" û "Îrana Mezin", di çarçoveya pêşbaziyeke berfirehtir de ji bo bandor û hegemonyayê.

Li aliyekî din, Îsraîl wek hêzeke herêmî bi armancên cuda, li ser bingeha serdestiya leşkerî û bandora navneteweyî, tê pêşkêşkirin.

Ev nêrîn û pêşniyara ku têgeha "Îsraîla Mezin" projeyeke sînorî ya ragihandî nîşan nade, lê bi xurtkirina bandor û hegemonyayê ve girêdayî ye.

‘TEHRAN ÇAWA LI NAKOKIYA XWE YA BI WASHINGTONÊ RE DINÊRE?’

Rojnameya Independent Arabia nivîsî ku têkiliya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ber bi statuyeke "bê şer û bê peyman" ve diçe ku tengezarî hinekî kêm dimînin bêyî ku bibin pevçûneke berfireh an çareseriyeke dawîn.

Tê texmînkirin ku her du alî li ser bingeha zexta aborî, zêdebûna leşkerî ya sînorkirî û dan û standinên nerasterast, nakokiyeke dirêj bi rê ve dibin. Di vê çarçoveyê de, Tehran hewl dide kanalên xwe yên dîplomatîk berfireh bike tevî gumanên xwe yên li ser niyetên Washingtonê, di heman demê de qebûl nake ku di bin zextê de bikeve dan û standinan.

‘KÎ LI PIŞT ÊRIŞÊN LI MALIYÊ YE?’

Rojnameya El Ereb a li Londonê bal kişand ser êrişên li Maliyê, ew wek guherînek girîng ku têkoşîna tevlihev a ji bo desthilatê li herêma Sahelê nîşan dide.

Li gorî vê analîzê, êriş ne ji nişka ve bûn, lê operasyoneke hevrêzkirî bû ku komên çekdar ên ji hêla aktorên herêmî û navneteweyî ve têne piştgirîkirin tê de hebûn û armanca wan ew bû ku konseya leşkerî ya desthilatdar lawaz bike û ji nû ve şekildana hevsengiya jeopolîtîk bû.

(k)