Li Hesekê tevgera motorsîkletan hate qedexekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parêzgeha Hesekê ji ber binpêkirinên ku di demên dawîn de zêde bûne, tevgera motorsîkletan li bajar qedexe kir.

Li Hesekê tevgera motorsîkletan hate qedexekirin
1 gulan, 2026   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên Parêzgeha Hesekê bi biryarekê tevgera motorsîkletan li bajar qedexe kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Hêzên me di demên dawîn de zêdebûneke berbiçav a binpêkirinên ji ber bikaranîna nerast a motorsîkletan li bajarê Hesekê dîtiye. Ev binpêkirin ne tenê bi tevgera trafîkê ve sînordar in, lê bûne amûrek ji bo tirsandinê, gulebaranên bêserûber, birîndarkirina sivîlan û çalakiyên neqanûnî ku bandorê li ewlehiya bingehîn û aramiya civakê dikin.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: "Ji bingeha berpirsyariya me ya neteweyî û exlaqî ya parastina aştiya navxweyî û li gorî biryar û qanûnên rêxistinkirina motorsîkletan, her wiha ji ber pêdiviyên ewlehiyê, em van biryaran didin:

- Tevgera hemû cureyên motorsîklêtan (sivîl û leşkerî) di sînorê îdarî yê bajarê Hesekê de qedexe ye.

- Ev biryar di cih de dikeve meriyetê. Li gorî nirxandinên rewşa ewlehiyê heta agahdariyeke din dê di meriyetê de bimîne.

- Aliyên têkildar dê li dijî kesên ku biryarê binpê dikin, dest bi girtekên qanûnî yên tund bikin.

- Her kesek ku biryarê binpê bike dê tavilê motorsîkleta wî were girtin û li gorî qanûnan miqdareke cezayê pere lê were birîn.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Em piştrast dikin ku ev biryar beşeke erka me ya parastina we û rêgirtina li wan Kesan e ku dê aramiya bajarê me xera bikin. Em ji tevahî welatiyan dixwazin ku bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bikin da ku serkeftina vê gavê misoger bikin û aramî li seranserê bajarê me pêk were.”

(bb)