Farûq Tozo: Di hevpeymana civakî de mafên êzidiyan û pêkhateyên din misogerkirî ne

Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan Farûq Tozo destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî mafên tevahî pêkhateyan misoger dike û rêya çareserkiriina dozên girêk ên Sûriyeyê ye.

Farûq Tozo: Di hevpeymana civakî de mafên êzidiyan û pêkhateyên din misogerkirî ne
22 kanûn, 2023   04:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12`ê Kanûnê Hevpyemana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erê kir û kete meriyetê.

Di hevpeymanê de mafên pêkhateyên Rêveberiya Xweser tên misogerkirin. Di madeya 41`an de hatiye gotin ola êzdayetiyê, oleke serbixwe ye, ji mafê bawermendên wê ye ku taybetmendiyên xwe yên olî, civakî, çandî ji pişaftinê û qirkirinê bi rêya saziyên xwe û yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên têkildar biparêzin.

Têkildarî girîngiya Hevpeymana Civakî di parastina mafên êzidiyan de, endamê Meclisa Rêveberiya Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê Farûq Tozo got: "Piştî nîqaşên demdirêj, Hevpeymana Civakî hate erêkirin. Li ser vê esasê, di hevpeymanê de mafên pêkhateyên herêmê di nav de êzidî ku di serdema rejîma Sûriyeyê de mafê xwe yê herî basît bi dest nexistibûn, hatin misogerkirin."

Tozo diyar kir ku mîna pêkhateyên din ên herêmê, Mala Êzidiyan jî tev li nîqaşên sazkirina Hevpeymana Civakî bûbû.

Tozo di dawiyê de got: "Hevpeymana civakî, mafên tevahî pêkhateyan misoger dike û rêya çareserkirina pirsgirêkên girêk ên Sûriyeyê ye."

(şx)

ANHA