Êrişî nûnertiya Yekitiya Ewropayê hate kirin

Nûnertiya Yekitiya Ewropa ya li Iraqê êrişa li ser baregeha xwe ya li Dihokê piştrast kir.

Êrişî nûnertiya Yekitiya Ewropayê hate kirin
29 adar, 2026   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Yekitiya Ewropa ya li Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişî baregeha wan a li Dihokê hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, nûnerên Yekitiya Ewropa û balyozxaneyên welatên endam, êrişê bi tundî şermezar kirine.

Di daxuyaniyê de banga cezakirina berpirsên êrişê hate kirin û hate gotin; ‘‘Êrişên li ser saziyên dewletê, berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê, an jî nûnerên dîplomatîk sûc e û kiryarê zordariyê ye.’’