Li Quneytîrayê tevgerên Îsraîlê

Li Quneytîra û Derayê tevgerên leşkerî yên Îsraîlê rû dan, hemwextî wê wesayît derbasî gund û eraziyên çandiniyê bûn.

 Li Quneytîrayê tevgerên Îsraîlê
14 mijdar, 2026   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke leşkerî ya Îsraîlê ya ji 4 wesayîtan pêk tê derbasî derdora bajarokê Xan Ernebê yê bakurê Quneytîrayê bû, hemwextî wê hêzeke dîtir ku ji 6 wesayîtan pêk tê de kete gundê Ecrec ê heman parêzgehê.

Ev tevger, ligel berdewama ketinên leşkerî yên Îsraîlê li deverên başûrê Sûriyeyê pêk tên.

di nava rojê de jî, 5 wesayîtên leşkerî derbasî gundê Meiriye yê rojavayê Derayê bûn û heta bi dever Sewanê çûn û piştre vekişiyan.

(f)