Rewşenbîrên Girkê Legê: Naskirina zimanê kurdî mafekî esasî ye

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê-Girkê Legê Seyîd Mele Yûsif û Sibhî Ehmed diyar kir ku parastina zimanê kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî û hebûna wê ya li saziyên fermî mafê esasî yê gelê Kurd e.

Rewşenbîrên Girkê Legê: Naskirina zimanê kurdî mafekî esasî ye
30 cotmeh, 2026   03:39
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID-ROHAT XELEF

Daxwazên Kurdan ên naskirina zimanê kurdî bi awayekî fermî di destûrê de û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, didomin. Der barê mijarê de endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê-Beşa Girkê Legê ji ajansa me re axivîn.

Seyîd Mele Yûsif da zanîn ku ziman ji bo her netewekê yek ji bingehên sereke yên avakirina civakan, parastina nasname û hebûna ye, zimanê kurdî ne tenê wesîleya danûstendinê ye, ew beşeke sereke ya dîroka gelê Kurd, çand û nasnameya neteweyî ye.

Mele Yûsif diyar kir ku parastina zimanê kurdî û parastina ziman ji paşguhkirinê, ji gelê Kurd daxwaza girîngiyeke domdar dike, ziman temsîla hebûna gel, dîrok û çanda gel dike, berevaniya li ber ziman û daxwaza mafan bangeke esasî ye.

Mele Yûsif destnîşan kir ku naskirina zimanê kurdî mafeke esasî ye, divê bi rêzdariya li hemberî ziman, nasname û taybetmendiyên çandî yên gelê Kurdî gaveke sereke ya misogeriya mafê ziman ji bo wan bê avêtin.

Mele Yûsif da zanîn ku dayîna mafê ziman ê wekhev gaveke erênî ya ber bi pêşxistina lihevkirinê û nêzîkbûnê ye, bi vê gavê gel zimanê hev fêr dibin, pê re jî asyonê berfirehtir yê peywendiyê tên vekirin, rêzdariya li beramberî çandan tê pêşxistin, erka rewşenbîr, kesayet û nivîskaran jî ew e ku zimanê kurdî biparêzin û berevaniyê li ber mafê çandî bikin.

Mele Yûsif diyar kir ku erka parastina ziman ne tenê ya saziyên çandî ye, ew erka malbatan, dibistan û saziyên perwerdeyê ye jî, herêm di rewşên siyasî û aborî yên zehmet re derbas dibe, divê ev nehêle girîngiya zimanê kurdî ji holê bê rakirin, daxwaza mafê zimanî bê taloqkirin.

Mele Yûsif ji gelê Kurd xwest bangên xwe yên ji bo naskirina fermî ya bi zimanê kurdî bidomînin.

‘ZIMANÊ KURDÎ BEŞEKE RESEN A DÎROKA HERÊMÊ YE’

Sibhî Ehmed jî da zanîn ku zimanê kurdî zimanekî zengîn û xwedî giranî ye, beşeke sereke ya nasnameya gelê Kurd û çanda wî ye, divê ew li kêleka zimanê erebî bibe zimanekî fermî, naskirina zimanekî, zimanê li kêleka xwe kêm nake, ew prensîba wekheviya di navbera pêkhateyan de ye.

Sibhî Ehmed diyar kir ku divê di pêvajoya entegrasyonê de pirrengiya zimanî û çandî li herêmê bê dîtin, zimanê kurdî di saziyên cuda de bê naskirin, ew di jiyana rojane de bê bikaranîn, bi vê gave re dê dan û standina di nava pêkhateyên civakê bê geşkirin û got: “Avakirina dewlet û civaka bi dûrxistina ziman an çandeke din pêk nayê, ew bi beşdariya hemû pêkhateyan di jiyana giştî, misogerkirirn mafê wan û rêzdariya li hemberî taybetmendiyên wan pêk tê.”

(sb)

ANHA