Koçberên Efrînê: Em dest ji têkoşînê bernadin

Koçberên Efrînê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tu carî dest ji têkoşînê bernadin.

Koçberên Efrînê: Em dest ji têkoşînê bernadin
3 îlon, 2024   03:05
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Koçberên Efrînê der barê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê de nêrînên xwe anîn ziman.

Aslan Hebo diyar kir ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan  de tevahî gel di tecrîdeke giran de ye û wiha got: "Ev 25 sal e Rêber Apo di zindana îmraliyê de ye. Ji 21'ê Adara 2021’ê ve me tu agahiyan ji Rêber Apo wernegirtine. Dewleta Tirk û hevkarên wê bi vê tecrîdê sûcên dijî mirovahiyê dikin."

Aslan Hebo anî ziman ku ji bo şikandina tecrîdê divê asta têkoşînê were bilindkirin  û got: "Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tu carî dest ji berxwedan û têkoşînê bernedin."

Xelîl Hemo jî destnîşan kir ku ji sala 1999'an ve tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: "Bi vê tecrîdê dixwazin me ji Rêber Apo dûr bixin. Erê Rêber Apo di zindanê de ye, lê fikir û felsefeya wî li tevahî cîhanê belav bûne. Me felsefeya Rêber Apo di zihniyeta zarokên xwe de jî daye çandin."

Xelîl Hemo bal kişand ser bêdengiya rêxistinên mirovî ya li hemberî tecrîdê û wiha domand: "Sedema bêdengiya wan tirsa wan ji projeya biratiya gelan e ku Rêber Apo ji bo gelan pêşkêş kiriye da ku tevahî pêkhate bi hev re azad bijîn. "

Xelîl Hemo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da "Em ê ji bo azadiya Rêber Apo asta têkoşînê bilind bikin û çi  ji me bê xwestin em amede ne bikin."

Roşîn Xelîl jî wiha got: "Em koçberên Efrînê em amede ne ji bo Rêber Apo çi were xestin em ê bikin. Bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê tecrîd bişkînin. Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûne."

Kîfah Koto jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li her kesî kir ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin.

(bb)

ANHA