Rêveberiya Xweser sersaxî ji gelê Rûsyayê re xwest

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo qurbaniyên êrişa duh a li paytexa Rûsyayê Moskovê peyama sersaxiyê weşand.

Rêveberiya Xweser sersaxî ji gelê Rûsyayê re xwest
23 adar, 2024   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ’ê duh li Moskovê êrişî salonekê konserê kir. Di encama êrişê de herî kêm 60 kes hatin kuştin û 145 kes jî birîndar bûn.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo qurbaniyên êrişê peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hate gotin: "Me kiryara terorî ya li paytexa Rûsyayê Moskovê ya li dijî avahiya Crocus ku di encamê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da, bihîst. Kiryarên bi vî rengî û hedefkirina sivîlan, li herêmên me jî têne kirin.

Em vê kiryara terorî bi tundî şermezar dikin. Bi navê pêkhateyên gelê xwe gelê Bakur û Rojhilkatê Sûriyeyê em sersaxiyê ji hikumeta Federasyona Rûsyayê û gelê wê re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.

Têkoşîna li dijî terorê pêwîstiyeke girîng e.  Ev têkoşîn jî hevkariya hemû hêzan hewce dike. Em ji Rûsyayê û gelê wê re ewlehiyê hêvî dikin."

(bb)