QSD salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dike

Li Dêrazorê salvegera 5’an a rizgarkirina bajarokê Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê tê pîrozkirin.

QSD salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dike
QSD salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dike
QSD salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dike
QSD salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dike
QSD salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dike
QSD salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dike
23 adar, 2024   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi boneya salvegera 5’an a rizgarkirina bajarokê Baxozê ku baregeha dawîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya DAIŞ’ê bû, şahiyekê li devera Omer a li Dêrazorê li dar dixe. 

Fermandarên QSD’ê, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê û şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûne.

Li qada pîrozbahiyê wêneyên şehîdan, alên QSD û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, pankartên "Ji bo biratiya gelan, ji bo nasnameya neteweya demokratîk, ji bo azadî, aştî û welat em li ser soza xwe ne" û "Me di vê rojê de îradeya xwe ya xurt û sekna xwe ya li hemberî tevahî astengiyan ji cîhanê re îsbat kir" hatin daliqandin.

Pîrozbahî bi axaftina endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Luqman Xelîl dewam dike.

(bb)

ANHA