Dengdana li ser agirbesta li Xezayê hat taloqkirin

Çavkaniyên dîplomatîk diyar kir ku piştî ku Rûsya û Çînê pêşnûmeya DYA’yê ya têkildarî agirbesta li Xezeyê veto kir, dengdana li ser pêşnûmeyeke nû ji bo roja duşemê hat taloqkirin.

Dengdana li ser agirbesta li Xezayê hat taloqkirin
23 adar, 2024   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El Hurra ya amerîkî, Rûsya û Çînê duh di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY’yê  de pêşnûmeya DYA’yê ya têkildarî agirbesta Hemas û Îsraîlê û serbestberdana dîlgirtiyan veto kiribû.

Çavkaniyên dîplomatîk îro aşkera kir ku piştî Rûsya û Çînê pêşnûmeya DYA’yê veto kir, dengdana ji bo pêşnûmeyeke alternatîf taloqî roja duşemê hate kirin.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken duh vetoya Rûsya-Çînê şermezar kir û wek "xirabkar" bi nav kir. Blinken got DYA hewl dide ji civaka navneteweyî re bide nîşandan ku pêwîst dibîne agirbesteke girêdayî azadkirina rehîneyan li Xezayê çêbe.

 Cîgirê nûnerê daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Dmîtriy Polyanskî, pêşnûmeya DYA’yê wek "xapandinekê" bi nav kiribû.

DYA’yê pêşnûmeya agirbestê ya ji bo Xezayê, hêsankirina derbaskirina alîkariyan, serbestberdana dîlgirtiyên li Xezayê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NY’yê kiribû.

(bb)