Rêveberiya Xweser roja çarşemê kir betlane

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya sersalê roja çarşemê (1 Çile 2025) kir betlane.

Rêveberiya Xweser roja çarşemê kir betlane
30 kanûn, 2024   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameya 34ˈan derxist.

Di biryarnameyê de hate gotin, bi boneya sersalê, tevahî saziyên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja çarşemê (1 Çile 2025) dikin betlane.

Her wiha hate diyarkirin ku saziyên giştî yên ku karê wan berdewamiyê dixwaze, di biryarnameyê de cih nagirin.

(bb)