Li Sirînê 300 ton genim ji ber êrişan telef bû

Gulistan Şêx Ehmed der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser depoya genim a li bajarê Sirînê yê kantona Firatê de got di encama êrişan de 300 ton genim telef bûye.

Li Sirînê 300 ton genim ji ber êrişan telef bû
30 kanûn, 2024   12:13
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 21ˋê Kanûnê de depoya genim a li ser rêya bajarê Sirînê yê kantona Firatê bombebaran kiribû, di encamê de genimê depokirî telef bû.

Girêdayî mijarê, hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Firatê Gulistan Şêx Ehmed ji ajansa me re axivî.

`BI VAN ÊRIŞAN DIJMIN HEWL DIDE HÊZ Û VÎNA GEL TÊK BIBEˊ

Gulistan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de qûta gel û stasyonên xizmetguzariyê bombebaran dike û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi van êrişan mafên gelê Kurd tune bike, lê tu carî mefên gelê Kurd nayên tunekirin. Em ê her tim li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin û tê bikoşin.”

`300 TON GENIM TELEF BÛ`

Gulistan Şêx Ehmed wiha domand: “Me di destpêka mewsima çandiniyê de cihekî nêzî 30 donimî girtibû ku genim ji gel wergirin, lê depo bikin. Li wê depoyê me nêzî 30 hezar ton genim depo kiribû. Lê dewleta Tirk a dagirker depoya genim bi balafira bêmirov bombebaran kir. Di encamê de 300 ton genim telev bû."

Gulistan Şêx Ehmed diyar kir ku tu carî êrişên dewleta Tirk a dagirker îradeya wan naşikînin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Her çi qasî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêma me zêde bike jî, lê tu carî hêz û vîna me naşikin û em ê her tim li pişta hêza xwe ya QSD`ê bin û piştgiriya wan bikin û gelê xwe biparêzin.”

(fr)

ANHA