Li rojavayê Qereqozaqê 2 radar û panzêreke dagirkeran hatin îmhakirin

QSDˈê ragihand ku li rojavayê Pira Qereqozaqê 2 cîhazên radarê û panzêreke dagirkeran îmha kirine.

Li rojavayê Qereqozaqê 2 radar û panzêreke dagirkeran hatin îmhakirin
30 kanûn, 2024   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kirin:

"Piştî hilweşîna rejîma Baas a Şamê, dewleta Tirk sûdwergirtina ji rewşa nû ya Sûriyeyê dewam kir. Di vê çarçoveyê de baregehên nû yên dagirkeriyê di axa Sûriyeyê de ava kirin. Li Minbic û rojavayê Firatê 2 baregehên nû ava kirin.

Hêzên me li hember hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk operasyonên bibandor li rojavayê Pira Qereqozaqê li dar xistin, di wan operasyonan de du cîhazên radarê û panzêreke dagirkeran îmha kirin."

(bb)

ANHA