Rêber Abdullah Ocalan kongreya PKK’ê silav kir, Kaytan û Altûn bi bîr anî

Rêber  Abdullah Ocalan biryarên ku di kongreya PKK’ê de hatine wergirtin silav kir û ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn got ku dê her tim wek rêber di têkoşînê de wan bidin jiyîn.

Rêber Abdullah Ocalan kongreya PKK’ê silav kir, Kaytan û Altûn bi bîr anî
13 gulan, 2025   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

PKK’ê, li ser banga Rêber Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê ya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk", 12’emîn Kongreya xwe pêk anî û ragihand ku pêşengên tevgera wan Alî Haydar Kaytan (Fûat) di 3’ê Tîrmeha 2018’an de, Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne. 

Rêber Abdullah Ocalan têkildarî kongreya PKK’ê, Kaytan û Altûn peyamek şand. Peyama Rêber Abdullah Ocalan di şîna Kaytan û Altûn de hate xwendin. Peyam, ji hêla parêzerê Buroya Hiqûqê ya sedsalê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin.  

Peyama Ocalan wiha ye:

“Rêhevalên hêja,

Min bi xemginiyeke mezin bihîst ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîd bûne.

Ez ê piştre der barê bîranîna herdu rêhevalan nirxandineke berfireh bikim, ez niha bi rêzgirtineke mezin wan bi bîr tînim. 

Di têkoşîna hebûna neteweyî û komunalîteya demokratîk de cihê wan her tim heye.

Ji bo paradîgma û sazûmaniya serdema nû weke nirxên bingehîn ên îlhamê ew ê heta bi hetayê rolên xwe bilîzin.

Di têkoşîna me de wê weke Rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin. 

Bi vê wesîleyê ez biryarên di kongreya 12’emîn a dîrokî de hatine dayîn û peyamên têkildarî demên pêş bi rêzdarî silav dikim. 

Abdullah OCALAN

Îmrali / Bursa

12.05.2025"