Rêveberiya Xweser li gundewarê Dêrazorê 12 dibistanan nûjen dike

Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê dest bi xebatên nûjenkirina 12 dibistanan li gundewarê rojhilatê kantonê kir.  

13 tîrmeh, 2025   11:46
DÊRAZOR

Yekitiya Şaredariyan û Desteya Perwerdehiyê yên kantona Dêrazorê, dest bi xebatên  nûjenkirina 4 dibistanên li bajarokê Şeefa yê gundewarê rojhilatê kantonê kir. Ev dibistan di şerê rizgarkirina gundewarê rojhilatê kantonê ji çeteyên DAIŞ'ê de ziyan li wan bûbû.

Di çarçoveya xebatên sererastkirin û nûjenkirina dibistanan de dê tora ceyranê ji bo dibistanan were çêkirin, odeyên dersan werin guhertin û deverên xirabe werin sererastkirin.

Li bajarokê Şeefayê 50 dibistan hene, 35 ji wan hin beşên wan wêran bûne, 16 yên din jî bi tevahî wêran bûne.

Li gorî plansaziya Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê, dê li gundewarê rojhilatê kantonê 12 dibistanan werin sererastkirin û nûjenkirin.

(k)

ANHA