Rûsyayê 36 balafirên bêmirov ên Ukraynayê rûxandin

Rûsyayê ragihand ku wê 36 balafirên bêmirov ên Ukraynayê rûxandine. Korya Bakur jî piştgiriya bê şert û merc da Moskovê.

Rûsyayê 36 balafirên bêmirov ên Ukraynayê rûxandin
13 tîrmeh, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku şeva berê hêzên wê yên hewayî 36 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li asîmanê herêmên Belgorod, Voronezh, Lipetsk û Nîjnî Novgorod xistin xwarê. Wezaretê destnîşan kir ku ji wan 26 balafir li asîmanê Belgorod hatin xistin.

Li gorî malpera RT, di demeke berê de waliyê herêma Belgorod, Vyacheslav Gladkov diyar kir ku ji ber ketina parçeyên balafireke bêmirov li ser malekê 2 welatî birîndar bûne.

Serokê Korya Bakur Kim Jong-un di dema wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Pyongyangê pêşwaz kir de piştgiriya bê şert û merc a welatê xwe ji Rûsyayê re li dijî Ukraynayê ragihand. Kim Jong-un anî ziman ku ew bawer e ku wê Rûsya di doza xwe de bi ser bikeve.

Lavrov anî ziman ku Rûsya û Korya Bakur li gorî hevkariya stratejîk tev digerin û destnîşan kir ku hevkariya leşkerî ya di navbera her du welatan de dê bidome.

Li gorî îstîxbarata leşkerî ya Korya Bakur, Pyongyang heta niha zêdetirî 12 milyon roketên parastinê yên 152 mm dane Moskovê û ji Cotmeha borî ve 13 hezar leşkerên Korya Bakur şandine Moskovê. Tê texmînkirin ku beşek din ji hêzên Korya Bakur di vê Tîrmeh an jî Tebaxê de bigihînin Ukraynayê.