Partiya Çep performansa hikumeta veguhêz red kir

Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê performansa hikumeta veguhêz a Sûriyeyê red kir û banga piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kir.

Partiya Çep performansa hikumeta veguhêz red kir
13 tîrmeh, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîtburoya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê têkildarî nêzîkaiyên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku desthilata veguhêz a Sûriyeyê hikumetek û mecliseke gel a yekreng ava kir û tevlêbûna QSD’ê wekî statuyeke serbixwe di nava artêşê de red dike.

Hate diyarkirin ku hikumeta veguhêz di heman demê de pirrengiya siyasî û neteweyî red dike û vegera koçberan a li warên wan ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, asteng dike.

Partiyê Çep a Kurd li Sûriyeyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku divê diyalog dewam bikin û QSD’ê wekî statuyeke nîştimanî ya baweriya civaka navneteweyî bi dest xistiye, tev li wezareta parastinê ya Sûriyeyê bê kirin.

Di daxuyaniyê de sîstema nenavendî û federalî wekî çareseriyeke demokratîk a Sûriyeya pirreng hat destnîşankirin. Her wiha banga vegera ewle û bi rûmet a koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girkê Spî bo herêmên xwe hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û QSD’ê.

(bb)