Êrişên li ser Bendava Tişrînê li Dêrazorê hatin şermezarkirin

Şêniyên gundewarê rojhilat ê kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê şermezar kirin û li dijî êrişan banga hevgirtinê kir.

Êrişên li ser Bendava Tişrînê li Dêrazorê hatin şermezarkirin
19 ÇILE, 2025   13:48
DÊRAZOR

Endamên saziyên sivîl, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiya û bi dehan şêniyên gundewarê rojhilat ê kantona Dêrazorê bi armanca şermezarkirin êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî nobedarên Bendava Tişrînê li Qada Meclisa Bajarê Hecînê kom bûn. Hevserokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê Yehya El Elî daxuyaniyek xwned.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiyên li dijî nobedarên parastina Bendava Tişrînê hatin şermezarkirin. Berxwedana gel a li hemberî êrişan jî hat silavkirin.

Di daxuyaniyê de tevahî êrişên leşkerî yên li dijî gelên Sûriyeyê hatin redkirin, peyama piştevaniya bi QSDˈê re hate dayîn. Li dijî êriş û xetereyan jî banga yekitî û hevgirtinê li gel hat kirin.

(bb)

ANHA