Rêveberiya Xweser êrişa dijî nobedarên Tişrînê şermezar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê nobedariyê dikin, şermezar kirin.

Rêveberiya Xweser êrişa dijî nobedarên Tişrînê şermezar kir
21 ÇILE, 2025   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên îro yên dijî nobedarên li Bendava Tişrînê de ku di encamê de 2 sivîl şehîd bûn, di nav de 4 rojnamevan 20 sivîl birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina sivilên nobedar û binesaziya jiyanî, didomîne. Îro di saetên piştî nîvro de balafireke keşfê ya dewleta Tirk kombûneke nobedarên sivîl ên li Bendava Tişrînê bombebaran kir û di encama wê de 2 sivîl şehîd bûn û 20 jî birîndar bûn, di nav de 4 rojnamevan hene.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin ku ev êriş binpêkirineke aşkera ya qanûnên navneteweyî û mirovî ye û gefan li aramî û ewlehiya herêmê, dixe. Hedefgirtina Bendava Tişrînê zehmetiyên peydakirina avê û enerjiyê ji bo welatiyan zêde dike. Êrişên bênavber ên dijî bendavê bi xwe re metirsiyên hilweşînê tîne.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi lez destwerdanê bikin û van êrişên li dijî sivîl û saziyên jiyanî, rawestînin.

Bijî Sûriya azad, demokratîk û nenavendî

Şehîd namirin

Şîfaya acil ji birîndaran re."

(fr)