Malbatên şehîdan ên Kobanê çekên zarokên xwe rakirin

Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên zarokên xwe rakirin.

Malbatên şehîdan ên Kobanê çekên zarokên xwe rakirin
Malbatên şehîdan ên Kobanê çekên zarokên xwe rakirin
Malbatên şehîdan ên Kobanê çekên zarokên xwe rakirin
Malbatên şehîdan ên Kobanê çekên zarokên xwe rakirin
21 ÇILE, 2025   17:40
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê li hember hesasiyeta pêvajoya heyî û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi erkên xwe rabûn û çekên zarokên xwe hilgirtin û bi navê Şehîd Azad tabûrek xwe ava kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê têkildarî êrişên li dijî herêmê, pêkanîna berpirsiyartiyê û boneya salvegera 7ˋemîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê daxuyaniyek da.

Malbatên şehîdan di daxuyaniyê de got ew bi boneya salvegera 7ˋemîn a destpêkirina êrişên dijî Efrînê, hemû hêzên dagirkir, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe çawa di 2018ˋan de bi êrişeke hovane ku 58 rojan domde kir, kantona Efrînê dagir kir, niha jî bi heman xwestekê û bi awayekî hovane êrişên dijwar dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet dijî pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê pêk tîne. Sivîlên herêmê yên ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya xwe li hember êrişan li bendavê nobedariyê dikin, hedef digir. Bi wê re nobedaran şehîd dixe û birîndar dike.

Meclisê di dewama daxuyaniya xwe de got li hember hemû sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna sozên zarokên xwe yên şehîd, çekên zarokên xwe rakirin.

Her wiha hat gotin ku bila dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê baş bizanin ku çawa di 2014ˋan de DAIŞ li Kobanê hat têkbirin, ew îro jî li ser heman biryarê ne ku deweleta Tirk û çeteyên wê jî têk bibin.

(sş/fr)

ANHA