Ji birîndara Bendava Tişrînê peyam

Welatiya di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî nobedarên Bendava Tişrînê de birîndar bûye peyamek da û got: "Dewleta Tirk dixwaze vî gelê di oxira mayîna xwe de tê dikoşe, qir bike."

Ji birîndara Bendava Tişrînê peyam
21 ÇILE, 2025   16:13
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Artêşa Tirk a dagirker îro dîsa sivîlên li Bendava Tişrînê nobedariyê dikin hedef girtibû, li gorî agahiyên destpêkê de 2 welatî şehîd bûn û 20 jî birîndar bûn.

Şêniya di êrişê de birîndar bûye peyamek da cîhanê û got: "Dewleta Tirk dixwaze vî gelê ku di oxira mayîna xwe de tê dikoşe, qir bike."

Şêniya birîndar wiha domand: "Ez rexnedayîna xwe didim, ji ber ku ez dereng bi vê yekê hesiyam."

Di dawiyê de şêniya birîndar got: "Dema me li ser bendavê dîlan dikir, dewleta Tirk êrişî me kir. Dayik û bav û dostên min ez ji we tevan hez dikin û ji cîhanê jî hez dikim."

(fr)