Çeteyên dewleta Tirk 2 jin qetil kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Girê Spî yê dagirkirî duh 2 jin qetil kirin û zarokek birîndar kirin.

Çeteyên dewleta Tirk 2 jin qetil kir
15 ÇILE, 2025   21:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ji bajarokê Silûkê yê bajarê Girê Spî yê dagirkirî ragihandin ku çeteyên polîsên leşkerî yên dewleta Tirk, li benda bajarokê gule li erebeyeke sivîl berandine û di encamê de 2 jin hatin kuştin û zarokeke bi giranî birîndar bû. Li gorî agahiyan, di nav jinan de jineke du canî heye.

Li gorî heman çavkaniyan, erebe ya şêniyê bi navê Ebû Îslam ê ji gundê Sakîro yê bakurê Girê Spî ye.

(şx)

ANHA