DEM Partî: Em xwedî li mîrateya 14'ê Tîrmehê derdikevin

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê berxwediana 14'ê Tîrmehê bi bîr anî û got, "Em xwedî li vê mîrateya bi rûmet derdikevin û soz didin ku ji niha û pê ve jî di têkoşîna xwe de dewam bikin."

DEM Partî: Em xwedî li mîrateya 14'ê Tîrmehê derdikevin
14 tîrmeh 2024   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyek weşand û got, "Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek beriya niha bi 42 salan di 14'ê Tîrmeha 1982'an de li dijî darbekaran, li dijî zilm, zext û sîstema êşkenceyê ya li ser Kurdan, sosyalîstan, şoreşgeran û hemû gelên li vî welatî meşaleya berxwedanê vêxistin. 14'ê Tîrmehê dîroka jiyana bi rûmet, azad û wekhev a li ser vê xakê ye. Gotinên 'Em ji jiyanê ewqasî hez dikin ku di oxira wê de dikarin bimirin', 'Li ser kêlika gora min binivîsînin ku bi deyndarê gelê xwe çû' yên berxwedêrên 14'ê Tîrmehê pîvanên wijdanî û exlaqî yên mirovbûyîn, şoreşgerî û fedakariya ji bo gel diyar kirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên darbekarên 12'ê Îlona 1980'î yên ji bo şikandina îradeya gelan, Girtîgeha Leşkerî ya bi Hejmara 5'an a li Amedê veguherandin navenda êşkenceyê û hate gotin, "Bi berxwedana 14'ê Tîrmehê re ev yek hate têkbirin. Berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an di heman demê de bû serketina bawerî û îradeyê, bû nîşaneya hêza îradeya gel a li dijî darbekaran.

Darbeya 12'ê îlonê û mejiyê darbekar li hemberî berxwedanê bi temamî negihiştibin armanca xwe û civak bi temamî teslîm negirtibe jî ti carî dest ji vê armanca xwe berneda. Mekanîka darbeyê û ev darbeya li dijî civakê hate kirin heta niha dewam dike. Ji ber vê jî dîroka siyasî ya Tirkiyeyê dîroka mejiyê darbekar û berxwedana li dijî wê ye. Mejiyê darbekar çawa ku xwe gihandiye heta vê serdemê, berxwedana 14'ê Tîrmehê jî li qada siyaseta demokratîk ji aliyê bi hezaran kesên berdêl dan ve hate meşandin û gihîşt vê serdemê.

Ev têkoşîna dîrokî û hesabpirsîn îro jî li her qadê bi xurtî dewam dike. Li aliyekî mejiyê darbekar ê AKP-MHP'ê ku qeyûm li ser îradeya gel datîne, bi Doza Kûmpasê ya Kobanê û Doza Gezî nûnerên gelan bi rengekî bêhiqûqî digire û cezayên giran li wan dibire, her wiha tecrîdê li ser tevahiya civakê ferz dike; li aliyê din jî li girtîgehan û li derve li hemberî vî mejî têkoşîneke bênavber dewam dike. Herî dawî li hemberî darbeya qeyûm a li ser Şaredariya Colemêrgê hate kirin mirov bi rojane li qadan li ber xwe didin. Mîna ku di berxwedana Meşa Hurmeta ji Îradeyê re hate nîşandan mirov li gel germa havînê bi rojan meşiyan û xwedî li îradeya xwe derketin. Mejiyê darbekar ji aliyekî ve êrişî îradeya gel dike, li aliyê din jî sîstema diziyê, krîza aboriyê û bi êrişên li her beş û qadê temamiya civaka Tirkiyeyê mehkûmî birçîbûn, xizanî û bêpaşerojê kiriye. Berxwedana ku ji 14'ê Tîrmehê û vir ve dewam dike di heman demê de têkoşîna ji bo parastina jiyana bi rûmet û aram a gel e.

Em berxwedêrên 14'ê Tîrmehê û yên ku piştre di têkoşîna gel de jiyana xwe ji dest dan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em xwedî li vê mîrateya bi rûmet derdikevin û soz didin ku ji niha û pê ve jî di têkoşîna xwe de dewam bikin. Di serî de partiya me hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê wê li dijî sûcên li civakê têne kirin di yekîtiya têkoşînê de bigihêjin hev. Tenê bi têkoşîna hevpar mirov dikarin ji vî mejiyê darbekar rizgar bibin."