Di pevçûnên li Siwêdayê de kesek hat kuştin û 15 jî birîndar bûn

Li taxa Miqewes a rojhilatê parêzgeha Siwêdayê di navbera komên çekdar ên eşîran de pevçûn derket. Di encamê de kesek hat kuştin û 15 jî birîndar bûn, ji wan jinek û zarokek heye.

Di pevçûnên li Siwêdayê de kesek hat kuştin û 15 jî birîndar bûn
13 tîrmeh, 2025   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih dan zanîn ku li taxa Miqewes a bajarê Siwêdayê di navbera komên çekdar ên eşîran de pevçûn derketiye. Heta niha sedema şer diyar nebûye. 

Çavkaniyan aşkera kir ku di encamê de malek bi temamî şewitiye ku ji ber guleberana dijwar erebeyên agirkujiyê nekariye bigihêje mala dişewitî.

Girêdayî wê, çavkaniyan da zanîn ku 15 kes birîndar bûye, rewşa hinekan ji wan giran e. Agahî hene ku kuştî jî hene, lê hîn nehatine teqezkirin.

Der barê pevçûnan de, tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

(mh-şx)