Îsraîlê baregehên hêzên Şamê bombebaran kirin

Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê li gundewarê bajarê Derayê ya başûrê Sûriyeyê 2 baregehên hêzên hikumeta Şamê bombebaran kirin.

Îsraîlê baregehên hêzên Şamê bombebaran kirin
30 tîrmeh, 2024   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku di saetên derengiya şevê de dengê teqînan ji rojavayê bajarê Newa yê Derayê hatin bihîstin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê yek jê baregeheke hêzên hewayî, 2 baregehên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê bi moşekan  bombebaran kirin. Li gorî SOHR’ê, baregehên hatine hedefkirin li derdora Tel Cabiye û Tel Um Horan ên rojavayê Derayê ne.

SOHR’ê destnîşan kir ku pergala parastina hewayî ya Şamê bersiva bombebaranê da. Lê der barê windahiyan de agahî nehatin dayîn.

(bb)