El Mihbaş: Divê gelê Sûryeyê nakokiyan derbas bike û dewleteke piralî ava bike

Hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê di civîna Meclisa Giştî ya partiyê de diyar kir ku li Sûriyeyê guhertinên bingehîn çêdibin, lê metirsî jî hîna hene û divê gelê Sûriyeyê nakokiyên xwe derbas bike û dewleta xwe li ser bingehên demokratîk û piralî ava bike.

El Mihbaş: Divê gelê Sûryeyê nakokiyan derbas bike û dewleteke piralî ava bike
14 ÇILE, 2025   16:02
REQA

Ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî û rêxistinî û geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi beşdariya endamên Meclisa Giştî ya Partiyê ji kanton, bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Ciwanan a partiyê, civîna xwe ya sêyemîn li navenda partiyê ya li bajarê Reqayê li dar xist.

Beşdaran rewşa siyasî ya Sûriyeyê nirxand, nemaze rewşa piştî rûxandina rejîma Baasê û hatina Heyet Tehrîr El Şam ser desthilatê.

Hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş di axaftina xwe got di vê qonaxê de li Sûriyeyê guhertinên bingehîn çêdibin, lê metirsiyên mezin jî hîna hene.

El Mihbaş her wiha got: "Piştî rûxandina rêjîma Sûriyeyê ya berê, divê gelê Sûriyeyê nakokiyên xwe derbas bike û dewleta xwe li ser bingehên demokratîk û piralî ava bike. Kêşeyên mezin dê li pêşiya gel derkevin, ji ber encamên xerab ên şer û yên rejîma Partiya Baasê. Çûna rejîma Sûriyeyê bûye sedema valahiyeke ewlehiyê ku dibe DAIŞ ji bo pêkanîna êrişên nû bi kar bîne, lewma ji bo pêşîgirtina van xetereyan divê hevkariyeke herêmî û navneteweyî hebe.”

Tê payîn ku Partiya Sûryeya Pêşerojê bi daxuyaniyekê nêrîna partiyê der barê rewşa siyasî ya niha û siberoja Sûriyeyê de aşkera bike.

(k)