Reuters: Îran dixwaze rêyên keştîvaniyê yên Hurmuzê kontrol bike

Çavkaniyeke îranî aşkera kir ku Tehran dixwaze rêyên keştîvaniyê yên Tengava Hurmuzê kontrol bike.

Reuters: Îran dixwaze rêyên keştîvaniyê yên Hurmuzê kontrol bike
4 tebax, 2026   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke payebilind a Îranê îro ji Reutersê re got Tehran dixwaze rêyên keştîvaniyê yên Tengava Hurmuzê kontrol bike û eger pêdivî pê hebe dê destwerdanê bike.

Çavkaniyê rave kir ku ev "nêrîna giştî niha di nîqaşê de ye" û destnîşan kir ku rêyên keştîvaniyê dê di navbera Îran û Umanê de bin û piştî agahdarkirina Îranê dê Uman destûrê ji bo derketinê bide.

Her wiha çavkaniyê got: "Nayê payîn ku Tehran helwesta xwe biguherîne."

(k)

ANHA