Li Humsê xwendevanek kuştî hate dîtin

Li Humsê xwendevanê Fakulteyê Hiqûqê Îbrahîm Mûsa Meyî ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin û îro kuştî hate dîtin.

Li Humsê xwendevanek kuştî hate dîtin
4 tebax, 2026   14:49
HUMS

Nûçegihanê me agahî da ku Îbrahîm Mûsa Meyî (19) revandibûn û piştî rojekê cenazeyê wî dîtine. 

Li gorî agahiyên berdest, Îbrahîm li Fakulteya Hiqûqê sala duyemîn dixwend. Ew ji gundê Tarîn Humsê ye û li taxa Bab El Derîb a bajarê Humsê dijî. 3`yê Tebaxê dema ku ji malê derdikeve û diçe dikanê, wî direvînin.

Heman çavkaniyan agahî da ku îro serê sibehê li herêma Besatîn El Weir cenazeya wî dibînin û dibin Nexweşxaneya El Welîd a Humsê.

Piştî ku tedbîrên qanûnî bi dawî dikin cenazeya wî radestî malbat wî dikin û wî li gundê wî Tarîn dispêrin axê.

Malbata Meyî ji aliyên têkildar xwest bûyer were lêkolînkirin û kesên kurê wan kuştiye, radestî edaletê bikin.

(np)

ANHA