Dema serlêdana ji bo lêvegera encamên ezmûnên refa 12`an hat diyarkirin

Piştî aşkerakirina encamên ezmûnên refa 12`an, Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ji bo xwendekarên ku ji encaman bi guman in û dixwazin kaxezên wan careke din werin kontrolkirin, dema serlêdanê diyar kir. Ev pêvajo ji 5`ê Tebaxê heta 8`ê Tebaxê didome.

Dema serlêdana ji bo lêvegera encamên ezmûnên refa 12`an hat diyarkirin
4 tebax, 2026   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi rêya malpera xwe ya fermî, ji bo xwendekarên ku ji encamên ezmûnên refa 12`an bi guman in û dixwazin kaxezên wan careke din li ber çavan werin derbaskirin, dema serlêdanê diyar kir. 

Wezaretê da zanîn ku ji sibê (5 Tebax) heta 8`ê Tebaxê pêşwazîkirina xwendekaran didome. Xwendekar dikarin daxwaza xwe pêşkêşî gerînendetiyên li parêzgehan bikin, destpêkê her xwendekarek dikare daxwaza xwe tenê ji bo 2 branşan pêşkêş bike, heke daxwaza wan bi cih hat, heman xwendekar dikare li ser 2 branşên din jî daxwaza xwe pêşkêş bike.

Duh (3 Tebax) encamên ezmûnên refa 12`an hatin aşkarekirin, lê ji ber bernameya ku tê re encam hatin ragihandin her carê ji xizmetê derdiket, xwendekar û malbatên wan bi rêya medyaya dîjîtal gelek rexne kirin û aciziyên xwe anîn ziman.

(sb)