Rejîma Îranê dest bi pêla nû ya destgîrkirinê kiriye

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku li seranserî Îranê 220 kes hatin destgîrkirin.

Rejîma Îranê dest bi pêla nû ya destgîrkirinê kiriye
18 adar, 2026   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Îtlaatê ya Îranê destgîrkirina hejmareke mezin ji welatiyan li welat qebûl kir. Di heman demê de Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bîlançoya destgîrkirina welatiyan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku şeva borî li 26 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanû îranê 111 welatî bi hinceta ‘dijmin û neyarên welat’ hatin destgîrkirin.

Ev di demekê de ye ku beriya niha jî Pasdarên Şoreşa Îranê ragihandibû ku kesên destgîrkirî dê wekî ‘sîxur’ nêzîkatî lê werin kirin, lê ti belge nehatibûn weşandin ku nîşan bidin ew sîxur in.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê da zanîn ku di pêlek nû ya gef û binçavkirina welatiyan de, li parêzgehên Tehran, Elbûrz, Hemedan û Urmiyeyê herî kêm 220 welatî hatine destgîrkirin.

Her wiha Rêxistinê destnîşan kir ku ev binçavkirin bi sûcê ‘şandina wêne û dîmenan ji medyayên biyanî re û hewldanên ji bo lidarxistina xwepêşandanan’ hatine pêkanîn.