Li bajarê Çelebiyê Newroza 2026ˊan bi coş hat pîrozkirin

Bi diruşma "Bi ruhê yekitiya neteweyî em agirê Newrozê geş bikin" xelkê bajarê Çelebiyê yê gundewarê Kobanê Newroza 2026ˊan pîroz û got em ê Newroza îsal bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah.

18 adar, 2026   18:01
KOBANÊ

Îro bi sedan xelkê gundên derdora bajarê Çelebiyê yê Kobanê bi cil û bergên Kurdî berê xwe da gundê Reqas ku Newrozê pîroz bikin.

Qada Newrozê bi wêneyên şehîdên berxwedana Çelebiyê, Xirab Işkê, wêneyên têkoşer şehîd Salih Muslim, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên YPJ, YPGˊê û agirê Newrozê hat xemilandin.

Şahî bi pêxistina agirê Newrozê û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endama Rêveberiya bajarê Kobanê Rûken ehmed axivî, Newroza 2026ˊan li gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Rûken got: "Newroz sembola berxwedana azadiyê li dijî tarîtî û zordariyê ye. Ji Mezlûm Dogan û Zekiya Altan bigire heta bi sedan têkoşerên ku canê xwe di oxira rêya rûmetê de kirin agir û îsbat kir ku berwedana jiyan e û rêya yekane ya jiyana azad e. Gelê Kobanê bi laşê xwe ev rastî derxist pêş, li dîwarên Çelebiyê û Xirab Işkê destan nivîsandin. Em şehîdên di oxira azadiyê de canê xwe daye li vir bi bîr tînin."

Rûken di dawiyê de anî ziman ku "Em Newroza îsal bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan."

Dûre tîmên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hunerên xwe pêşkêş kirin û şêniyan li ber stranan govend gerandin.

(fr)

ANHA