‘Rêbertî hêza me ye, azadiya wî çareserî û aştî yeˈ

Endamên PYD`ê diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan, li ser gelê Tirkiyeyê xetere ye. Di heman demê de destnîşan kirin ku diyaloga li gel Rêber Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina şer û bidestxistina aştiyê firsend e.

‘Rêbertî hêza me ye, azadiya wî çareserî û aştî yeˈ
2 mijdar, 2024   10:47
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Endamên PYDˈyê têkildarî pergala qirkirin û îşkenceyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan axivîn.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Selah Sîno got: "Ramanên Rêber Abdullah Ocalan, ji pirsgirêka Kurd çareserî ne. Dewleta Tirk baş dizane ku yên ramanên wî dixwînin û fêm dikin, li ser wê xetere ne ji ber wê pergala îşkence û qirkirinê li ser didomîne."

Sîno diyar kir ku hikumeta Tirk a bi serokatiya AKP`ê hewl dide ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi rêya dîlgirtina wî, ji nava Kurdan tune bike û got kesên azadiyê û demokrasiyê diparêzin, tên girtin.

Her wiha Sîno got plan û komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi bin ketin û wiha domand: "Dewleta Tirk di wê baweriyê de ye ku bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan dikare wî ji gel qut bike û gelê Kurd bi temamî tune bike. Lê berovajî wê bû. Gel ji bo ku bigihêje azadiyê ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kirin bingeh."

Sîno ev li gotinên xwe zêde kir: "Dewleta Tirk tu rê nedît ji bo ku ramanên wî tune bike. Ji ber wê, serî li pergala îşkence û qirkirinê da. Lê bi saya berxwedana Rêber Ocalan, ew komplo têk çûn."

Li gorî Sîno daxuyaniyên rayedarên Tirk, rewşa paşketî ya li Tirkiyeyê rave dikin. Di heman demê de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi armanca tesfiyekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye. Sîno wiha pê de çû: "Dewleta Tirk ji bo dagirkirinê êriş herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Siyasetên wê bi bin ketin û bi awayekî neyînî bandor li hegemonya û desthilata wî kir."

Têkildarî binpêkirina qanûnên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve, Sîno got dewleta Tirk bi ferzkirina pergala qirkirin û îşkenceyê qanûnên navneteweyî binpê dike.

Sîno bal kişand ser peyama Rêber Abdullah Ocalan û da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan bi rêya wê nameyê gelek peyam şandin ku dikare pêvajoyê ji tundiyê bikişîne zemîneke qanûnî û siyasî û bi rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd, dikare dozên li cîhanê tevda çareser bike.

Sîno di dawiyê de wiha axivî: "Tenê Rêber Abdullah Ocalan dikare pirsgirêka Kurd çareser bike, ev jî rastiyek e. Rêber Ocalan di paraznameyên xwe de pirsgirêkê dinirxîne û şîrove dike. Ez li rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqnas û aqilmendan pêşniyar dikim ku fişarê bikin ji bo ku hikumeta Şamê pêvajoya diyalogê bi Rêbertî re dest pê bike û dev ji dijminatiya xwe  bi gelê Kurd re berde."

Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Zeyneb Dawûd jî got divê partî ramanên Rêber Abdullah Ocalan belav bikin û gel şiyar bikin û got: "Ji ber ku Rêbertî hêz û nasnameya me ye. Em bawer in ku pergala îşkence û qirkirinê bi dawî bibe û azadiya fizîkî were bidestxistin. Tenê ew dikare aloziyan bi dawî bike û aştiyê li herêma Rojhilata Navîn bi dest bixe."

Zeyneb başkirina rewşa li Tirkiyeyê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girê da û got: "Heke dewleta Tirk bi Rêbertî re diyalog dest pê nekir û ew serbest berneda, wê aloziyên wê yên hundirîn bi taybet ên aborî, çareser nabin."

Endama PYD`ê Ferîhe Ehmed jî da zanîn ku serdana dawîn nayê wateya bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê. Lê tenê ji ber hevgirtina gel, hevdîtin pêk hat.

Ferîhe wiha domand: "Di vê pêvajoyê de divê em berxwedanê mezin bikin. Rêber Abdullah Ocalan xwedî hêzê fikrî û pratîk e ji bo ku ne tenê pirsgirêka Kurd lê belê tevahî aloziyan çareser bike. Tirkiye, lihev ketî ye. Lî dîsa jî, di qirkirina gelê Kurd de bi israr e û êriş herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li şûna ku rewşa jiyanî ya gelê xwe çareser bike, ew amade ye tevahî derfetên xwe li dijî kurdan bi kar bîne."

(şx/bb)

ANHA